Endamê desteya şêwirdariyê ya şanda desteya bilind ya danûstandinan li Cinêvê Hewas Egîd got ku şandyarê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Stevan Dî Mistora dilxweşiya ji nerîna Encûmena Niştimanî Kurdî ji bo çareserkirinê li Sûriyê diyar kir.
Egîd got ku wî ji Dî Mistora re diyar kiriye ko miletê Kurd li Sûriyê ne kêmnetew e, lê belê ew duyem netew e û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî , û ew şirîkekî rastyeqîn e di avakirina Sûriyê de, û diyar kir ko Kurdan stem û zordarî ji dehên salan ve dîtine, bi destê rêjîmên Sûriyê yên peyapey , û çareserkirina kêşeya Kurdî di rêya çareserkirina kêşeya Sûriyê bi giştî re ye.
Egîd destnîşan kir ko belgehek taybet bi rewşa Kurdî li Sûriyê radestî Dî Mistora hat kirin, hem jî belgeha ko di navbera Encûmena Niştimanî Kurd û Hevbendiya Niştimanî Sûrî de hatiye imzekirin bi zimanê Erebî û Ingilîzî dane Dî Mistora.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Kurdistan 24