Endama Hevbendiya Niştimanî Sûrî Heyvron Şerîf tekez kir: ” Hejmara kesên Sûrî yên sivîl ku ji gundên Eyn Elereb (Kobanê) Bakurî Rojhilatî Helebê ji ber tirora “Daiş” penaber bûne, û niha li ser sînorên Sûrî û Tirkiyê ne nediyar e. Li gor hikûmeta Tirkî û zanyariyên min li ser deverê hejmar gihaye 200 hezar penaber, gelelk penaber li ser sînor in hewcedarî avê ne, û em îroj berê xwe didin wan “.
Şerîf di hevdîtina nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiyê pê re weha destnîşan kir: ” wê serdana bajarê Sirûcê li ser sînorê Sûrî – Tirkî ku gelek penaber ên ku derbasî sînorê Tirkî bûne kiriye. Berpirsê hawarçûnê Hisên Ebdella pê re bû,400 qotiyên şîrê zarokan û 40 kerton piskewît ku komela “Imkandar” ya tirk pêşkêş kiribû belav kirin, herweha şaredariyên Sirûc û Diyar Bekir gelek alîkarî wek metbex, Av, û şerşef pêşkêş kirin”. Û got berê wê îroj li Orfa ye ji ber rewşa penaberan li wê derê gelekî dijwartir e. Wezareta Rêveberiya Xwecihî( Rêveberiya Karûbarên Penaberan û Rêveberiya Hawarçûnê) bi şanda hikûmeta Sûrî ya Demkî di karekî lezgîn de li bajarê Sirûcê yê Tirkî ku li beramberî bajarê Eyn Elereb (Kobanê) dikeve serdan kir. Rêvebirê Karûbarên Penaberan Şikrî Idrîs ragihand ku amadekariya desteyê bilind e bo liva lezgîn himberî tevgera penaberiyê ya dawî ji Eyn Elereb Rojhilatî Helebê ber bi aliyê dî ve ji sînorê Tirkiyê. Rêveberiya hawarçûnê bi serperiştiya Rêvebirê Hawarçûnê Yasir Wefaî hindek xwarin û bitlên avê li xelkên ku du rojan li ser sînor man belav kirin. Endamê komîta hawarçûna lezgîn Mihemed Fadil a ku hikûmeta demkî ew şandibû got: ” Dema ku sînor li ber wan vebû, dora 105 hezaran di roja yekê û didwan de derbas bûn”. Ji hêleke dî ve, hikûmeta Sûrî ya Demkî komîtek bo şopandina vê mijarê û stendina biryarên gerek hember wê çêkir, herweha biryara pirojeya piştgiriya hawarçûna kesên reviyayî hat dan.
Jêder: Hevbendî – Hikûmeta Demkî