Li herêmên kontrola rêjîmê li gundewarê Dêra zorê Hêzên Rêjîma Esed Bi Kampaniyeke girtina bêserûber di nav rêzên sivîlan de rabûne, bi amanca leşkeriya neçar da wan bibin şer û cengan, û kampanyê hejmarek ji sivîlan girtine û hinên din reviyane.
Hin çalakvanên toreya ‘’Ferat Post ‘’ destnîşan kir ko operasiyona nû ya girtinê wek berfirehtirîn kampaniye ji gava rêjîma Esed pareke mezin ji parêzgehê kontrol kiriye, piştî ji Daişê hatiye standin.
Li gor hin çalakvanên xwecihî dibêjin, Operasiyon li bajarê Eleşare li gundewarê Dêra Zorê yê rojhelat pêk hat, û rêjîmê di kampaniyê de hejmarek sivîl girtin, û hinên din ber bi herêmên kontrola milîtanên PYD reviyan.
Bajarokê Sibêhan li gundewarê parêzgehê yê rojhilat di herdu rojên derbasbûyî de bi kampaniyeke girtinê wek ya din rabûne, her weha kampanî ji bo gera kesên ko ji rêjîmê cuda bûne jî bû.
Û li bajarê Elqoriye girtin çêbû û dora 20 xortan ji bajêr hatine girtin, û yên din ber bi herêmên QSD reviyane.
Ji hêlele din Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, dibîne ew kirde derheqê sivîlan û yên bi sozê rêjîmê hatine xapandin ji wan kesên ko lihevhatin pêk anîne dibin, û ev tê wê wateyê ku ew lihevkirin sextete ne, û tekez kir ko ew peyman tenê davik bûn bo pê sivîlan bigrin.
Rêjîm bi mebest xortan li herêmên xistine bin kontrola xwe de digire, û kesên ku lihevhatin jî imza kirine ji girtinê neparastî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê