Duhî duşemê hêzên Esed gundewarê Laziqiyê û Helebê ji wan jî du gund li başûrê Helebê bi guleyên topa giran bombebaran kirin, her weha hin cih li çiyayê Kurdan li gundewarê Laziqiyê rojavayê Sûriyê topbaran kirin.
Çalakvanin xwecihî ji gundewarê Helebê gotin ku hêzên rêjîmê dora 40 guleyên topê avêtin derdora gundê Ebad Em li gundê Elezîziyê û tu nûçe li ser ziyanên sivîlan nîn in.
Her weha bajarokên Xelsa û Abad li gundewarê başûr û her weha bajarokê Elmensûre û taxa Elraşidîn û bajarê Kefer Hemra li gundewarê bakur yê bajarê Helebê ji hêla hêzên Esed bi topê hate bombebarankirin.
Li gundewarê Laziqiyê dîsa hêzên rêjîmê bi kirdeyên leşkerî rabûne, bi topa giran çend cih û rêya piştgiriyê bombebaran kirine, û tu nûçe derbarê qurbaniyan nîn in.
Hêzên rêjîmê berdewam gund û bajarokên li derveyî kontrola xwe û yên ko bi herêmên bêçek binav dibin yên Tirkiyê û Rûsya li ser wan peyman kirine bombebaran dikin, di encamê de sivîl tên kuştin û birîndar dibin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî