Çend taxên Humsê yên ko di bin kontrola hêzên Esed de ne, dest bi operasiyoneke girtinê kirine derheqê sivîlan de û jin jî di nav de hene.
Çalakvanan ji bajarê Humsê gotin endamên ewlekariya Sûriyê dikarên bazirganiyê bi mûma sor girtine û xwedanên wan tev li kirîdarên wan birine şaxên ewlekariyê, her weha kalemêrek û jin û keça wî ji dikana wî birin.
Her weha milîtanin bi ser rêjîmê ve ketin çend dikanan li taxê Humsê û li xwedanê wan xistin û pereyên bi wan re birin û ew di nav xwînê de hiştin û dikanên wan jî girtin.
Çalakvanên bajêr anîn ziman ko hêzên Esed û milîtanên bi ewlekariya asmanî ve berê jî dorpêçek li dora herêma Kornîş li nîveka bajêr ji pêncşemba çûyî ve û sê jin û sê xort ji malekê girtine û zilamekî kalemêr û jina wî li taxa Xûta girtine.
Hêzên Esed têwirdana çend malan li taxa Elwe’r kirine û dehê hezîrana borî şeş sivîl girtine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Acans