Endamê parêzgeha Hemaya azad Miseb Eleşqer hişyarî ji bobelateke mirovî li deşta Elxab da, eger bûyera şewitandina zadan ji hêla hêzên Esed ve bête dubarekirin, çimkî xelkên herêmê li ser çandiniyê dijîn.
Hêzên Esed doh zeviyên çandiniyê yên genim li gundê Elhiwêz di deşta Elxab de, li parêzgeha Hemayê li navîka Sûriyê, piştî ku xelkên gund bacên xwe nedan şewitandin.
Çalakvan Bekar Elhimêdî yê li gund niştecih e diyar kir ko hêzên Esed ji xelkê xwest ko caceyê 2000 lîreyên Sûrî serê donimekî bidin, tako ku bihêlin ew erdê xwe biçinin û neşewitînin, û xelkên gund ew daxwaz red kir.
Elhimêdî got ko hêzên Esed agir berdan genim piştî ko xelkê daxwaza wan red kir, di encamê de pênc hiktar genim şewitîn, û xelkê bi alîkariya berevaniya sivîl agir vemirand tako neghêje hin navçeyên din.
Berevaniya sivîl tekez kir ko hêzên Esed di meha gulana borî de bombebaraneke wek vê pêk anî, di encamê de çend donim ji zeviyên genim yên bi ser bajarê Elletaminê bakurê Hemayê li navîka Sûriyê hatin şewitandin, tako fişarê bixin ser xelkê heta di riya qûtê wan re jî, ji bo xwe ji Rêjîmê re deynin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî