Ji aliyê çalakvanan ve çend binpêkirinên hêzên “QSD” di derheqa xelkê parêzgeha Reqê de hatine tomarkirin, û dawîtirîn binpêkirin ew bû ya “Desteya Bergiriyê û Parastina Xweser” di daxuyaniyekê de di destpêka vê heyvê de bi rastiya parçevîdyoya têde milîsên PYDê du xortan işkence dikin mukur hatibû.
Sermed Elcîlanî endamê tora mediyayî ya “Deng û Wêne” got ku malên xelkê li herdu gundên “Mela Birho” û “Oslîm” ji aliyê “QSD” ve hatin wêrankirin û xaniyên mezin ji hêzên xwe re xistin baregeh.
Herwiha li heyva bûrî ji aliyê çalavkanan ve, êrîşeke çekdarên “QSD” li ser mêr û jinan li gundê “Sewêdiyê” li rojavayê Reqê hatiye dîkomîntkirin, ku têde wan kesan daxwaza vegera xelkê dikirin, piştî derxistina çekdarên DAIŞ ji gundê navhatî, herwiha û ligor gotinên gelek sivîlan, di heman heyvê de gelek sivîl ji aliyê “QSD” hatine girtin, û hin kiryar û binpêkirin li dijî wan li gundê “Yermûk” yê li bakurê Reqê hatin pêkanîn.
Û ligor raportekê ku hêzên “QSD” li 23 cehzeranê bi êrêşekê li ser xwepêşanda xelkê gundê Yermûk rabûn, ku têde xelk ji bo şermezarkirina koçberkirina neçarî rabibûn, û daxwaza vegera gundê xwe kirin, û têde heft kes birîndar bûn û jinek jî di nav wan de hebû.
Li aliyek din, duhî Tora Sûrî ya mafê mirov di raporekê de, tekez kiribû ku rê li pêşiya vegera nêzîkî çar hezar koçberên gundê “Elsihebiyê” ya li bakur-rojhilatê Reqê ji aliyên hêzên “QSD” hatin girtin bi behaneya oparesiyonên leşkerî.
Û Tora navhatî diyar kiribû ku niha koçber di çadiran de li zeviyên nêzî gund dijîn, hevdem ligel nebûna pêdawîstiyên jiyanê û bi taybetî ava vexwarinê û çavdêriya trnduristî û alîkariyan, ku rê li pêşiya wan hat girtin ji bo bikaranîna xala pizîşkî ya li vê dawiyê hatibû avakirin.
Hêjayê gotinê ye ku NY roja 28 cehzeranê ragihandibû ku bi dehên sivîlan bi sedema bombebarankirina bajarê Reqê hatine kuştin, û hêjî zêdetir ji 100 hezar sivîlî dorpêçkirîne û hêzên “QSD” bi pêkanîna binpêkirinan li dijî sivîlan hatibû tomehtbarkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat