Şeş kes ji gundê Elrefa li gundewarê Idlibê bi topbaranê û mûşekan bi destê hêzên rêjîmê şehîd ketin. Çalakvanên herêmê anîn ziman ko tevgereke koçberiyê li herêmê heye, bi sedema ko dîsa herêm ketiye ber bombebaranê tev ko herêm di peymana Idlibê de ye û Rûsya soz bi parastina wê daye.
Alavên ragehandinê yên xwecihî diyar kirin ko hêzên rêjîmê berdewam peymana Idlibê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de binpê dikin, di riya bumbebarana bi topa giran û mûşekan.
Her weha ‘’hevrêzkarên bi karûbarê bakur radibin ‘’ îro di rapora xwe de binpêkirinên hêzên Esed ji peymana Idlibê re belgeh kirine û belav kirine, tîmê got ko wan hêzan herêmên bêçek bi berdewamî bombebaran kir, ew herêmên ko alayên leşkerî çekên giran ji wan vekişandine.
Qurbaniyên bombebaranê ji gundewarê Idlibê yê başûr û rojhelat heta bi gundewarê Helebê yê rojava bûn, ku yên dawî duh roja înê şeş sivîl li gundê Elrefa li gundewarê Idlibê bûn, bi bombebarna mûşekan bi destê hêzên Esed şehîd ketine.
Hevrêzkarên karûbaran gotin ku bombebaran di rojên bûrî de li ser herêmên li rex xêzên cudabûnê digel bakurê Sûriyê de, û armanckirina 16 gund û bajarok li gundewarê Helebê û 21 li gundewarê Hemayê û pênc li gundewarê Laziqiyê û dora 15 gund û bajarok li parêzgeha Idlibê hatine tomarkirin.
Tîma mirovahiyê ji aliyên ko bi peymana Idlibê rabûne û bi taybetî ji aliyê Rûsî daxwaz kir, ko fişarê bide ser rêjîmê ji bo binpêkirinan bê merc rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ko rê neyê dan rêjîma Esed ku xwe ji pabendiyên navdewletî bide alî, û got: armanc jê ew e pirosêsa siyasî asteng bike û nehêle bigehên çareserkirinê li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, bo misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî