Dîsa Rêjîmê çekên kîmawî li Xûta Şamê bikar anîn, û hêzên wê bajarokê Meyde´anî bi gaza kilora jehrîn bombebaran kir, di encamê de çend sivîl ketin rewşa bînçikînê, Rêjîmê û milîtanên Îranî hewil didin ko dijî Artêşa Sûrî ya azad li herêmê pêşve biçin.
Çalakvanan anî ziman ko bombebaran çêbû, piştî ko şoreşgeran êrîşeke tund ya hêzên rêjîmê li Xûta rojhilat doh vegerand, û di wan şeran de çend leşkerên rêjîmê kuştin.
Berê jî hêzên rêjîmê bajarokê Elreyhan yê nêzîkî Meyde’anî li gundewarê Şamê bi bombeyên gaza kilor bombebaran kirin, her weha hêzên rêjîmê bajarê Dûma bi napalima sotandinê bombebaran kir di encamê de çend sivîl birîndar bûn.
Belegeheke navnetewî yekem care ko navê Beşar û birayê wî yê piçûk Mahir di vekolînên li ser çekên kîmawî li Sûriyê têne ziman, û tekez kir ko destê wan bi xwe di êrîşên bi çekên qedexeya navdewletî dijî sivîlan de heye.
Vekolîna hevbeş ya Netewên Yekbûyî û Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, yekîneyin di nav hêzên rêjîmê de destnîşan kirine û navê çi serpereşên siyasî an leşkerî negotine.
Vekolînerên navdewletî gotin ku ev yekem care em gumana tewanan li Beşar Elesed û birayê wî Mahir dikin, û wan berpirsiyarên bikaranîna çekên kîmawî dibînin.”
Û hin takesên malbata wî berpirsiyarin di ber bi dehên êrîşên bi çekên kîmawî de dijî miletê Sûrî, û binavûdengtirîn yek ji wan di 21 tebaxa 2013an dijî Xûta li gundewarê Şamê bû, û ya ko dora 1200 şehîdî piraniya wan jin û zarok bûn xistin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans