Çalakvanên gundewarê Idlibê, îro sibeha înê, gotin ko hêzên rêjîma Esed dest bi şewitandina hin malên xelkê li bajarê Xanşêxûn kirin, û talankirina malên sivîlên bêçek wek serkeftinekê ji xwe re dîtin.
Û çalakvanan gotin ko wan ji doh de derketina bidehên otombêlên sivîlan yên bi kelûpelên malên talankirî barkirî ne tomar kirine, ew kelûpelên mayî piştî topbarana hevalbendiya rêjîma Esed ji bajarê Xanşêxûn re. Wan otombêlan berê xwe didan deverên di bin kontrola hêzên rêjîmê de li gundewarê Hemayê.
Û hin parçevîdyoyên ko medya rûsî belav kirne dibêjin ko ew serbazin Rûsî yên bi hêzên rêjîma Esed re ne, û karê şîkîrin û lêgerîna bajarê xanşêxûn dikin, di heman dema hin rûpelên bi ser rejîme ve hin wêneyên otombêlên ko kelûpelên xelkê bar dikin belav kirne, wek beşekî ji siyaseta talankirinê ya ko leşkerên rêjîma Esed pê navdar in .
Û vîdyoyek ko yekî ji endamên hêzên rejêmê belav kiriye, diyar dike ko otombêlên barkirinê li herdû aliyên riya sereke li nava bajêr in, li benda barkirina wan bi kelûpelên xelkên bajêr in, yên ji encama bombebarana giran ya ko dijî bajêr hatiye kirin koçber bûne, berî derbasbûna hêzên rêjêmê û milisên bi ser wê ve.
Û hin raporên medyayî dibînin ko rêjîma Esed û Rûsya û milîsên nijadperest serkeftinên xwe bi riya talankirina mal û milkên xelkê bajarê bobelatkirî tomar kirine, û destnîşan kirin ko wan piştî wêrankirina malên xelkên bajêr û koçberkirina wan, hertiştê ketiye ber destê wan li mal û dikanên xelkê dizîne.
Jêder:Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî