Hikûmeta Sûrî ya Demkî li bajarokê Bizaa, yê girêdayî gundewarê Helebê nêzî bajarê Elbab, aşek ku berhemê wî rojane dighê 50 tonî vekir, wek beşekî ji pilanên hikûmetê da hewcedariyên tevahiya deverên rizgarkirî dabîn bike.
Û aş ji hêla wezîrê darayî û aboriyê Abdel Hakim Almasri ve hate vekirin, û endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Şihadî û wezîrê dadê Abdullah Abdel Salam û Wezîrê Rêvebiriya xwecihî Mihemed Saîd Suleiman û komek ji serokên encûmenên xwecihî û rêveberê giştî yê dexl û dan û nûnerê hikûmetê di banka perepêdanê ji bo nûavakirina Sûriyê beşdar bûn.
Û ew aş wê 42 derfetên kar yên nû peyda dike, û qebareya berhemê li deverên azad her rojê dê bighîne 150 tonî, û nêzî 40% ji hewcedariyên deverên rizgarkirî ê dabîn bike.
Û Hikûmeta Demkî îsal amadekariyan ji bo vekirina aşine nû dike, da ku berhem têra deverên rizgarkirî tevan bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî