Rêvebiriya Tendirustiya Idlbê ya ku bi Hikûmeta Demkî ve girêdayî ye duh tibabek derman û keresteyên nojdarî radestî hejmarek ji navendên tendirustiyê li parêzgeha Idlibê kirin. Ev yek di çarçoveya hewldanên wezaretê di riya rêvebiriyên derveyî desthilatiya rejîma Esed û bi alîkariya rêxistin û desteyên nojdarî bo misogirkirina hemû xizmetên nojdariyê yên gerek ta ku wan bêpere bixe bin xizmeta welatiyan û asta karê nojdariyê li wê deverê hilde.
Tibabek ji dermanên hawarçûnê û dermanên zarokan û herweha dermanê nexweşiyên demdirêj radestî navenda Til Merdîx, û xaleya Elbara û Elhesim hat kirin. Rêvebiriya tendirustiya Idlibê hejmarek ji sope û betaniyan radestî nexweşxaneya Bab Elhewa, Elsedîq, Tilmins, û Kîwan kirin. herweha rêvebiriyê di destpêka hefteyê de 400 rûniştinê şiştina gurcikan ku ji hêla Wezareta Tendirustiyê ve di Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve hatibû pêşkêşkirin radestî ” Nexweşxaneya Elme´era ya meydanî” kirin.
Jêder: Hevbendî – rêvebiriya Ragihandinê di wezareta tendirustiyê de.