Hikûmeta Sûrî ya demkî dît ku agirbesta Rûsî ya “binav” ya rojane pênc demjimêran, bazdanek eşkere ye ji biryara konseya ewlekariyê 2401, bi armanca valakirina Xûta Şamê ya rojhilat ji xelkên wê.
Hêjayê gotiyê ye ku birara agirbesteke 30 rojî li Sûriyê ji aliyê konseya ewkekariyê ve hatibû standin bi armanca ku rê bête dan bo karê ajansên mirovî yên navdewletî ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo sercem xelkê pêwîstdar li navçeyên dorpêçkirî.
Û cîgirê serokê hikûmeta demkî Ekrem Tu’mê di daxuyaniyeke çapemenenî de ji Xûta rojhilat gotibû ku hêzên artêşa azad niha kar dikin ji bo damerzrandina dezgeheke leşkerî ya yekgirtî ku li gor asta rûbirûbûnên ku rastî Xûta rojhilat tên be û bibe bingehek bo pêkanîna artêşeke niştimanî di paşeroja Sûriyayek azad de.
Tu’mê got ku “desteya Tehrîr Elşam wek rêxistin li Xûta rojhiolat nema ye, û çi navçe di destê wê de nînin û hejmara endamên wê kêmtir ji 250 kesî ne”, û bal kişand ku Rûsiya di demên borî de astengî li pêşiya hewlên derxistina wan ji Xûta çêkirin, û wê wek “behaneyekê” bikar tîne ji bo koçberkirina xelkê.
Û desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî duhî roja sêşemê, civîneke awarte bi amadebûna serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî ligel serkirdeyên Xûta rojhilat bi rêka bazinekî telveziyonî yê girtî lidar xist, û têde binpêkirinên berdewam ên hêzên Rijêmê û Rûsiya ji biryara navdewletî 2401 re hatin gengeşekirin.
Herdu alî li ser pêkanîna odeyeke karê hevbeş ji bo hemahengiya helwest û cêbicêkirina biryara navdewletî li hev kirin, û lîsteyek bi pêdawîstiyên bilez yên nişteciyan tevlî alîkariyên mirovî ji aliyê serkirdeyên Xûtayê bi rêka nûnerên Hevbendiya Niştimanî di desteya danustandinên Sûriyê de ji bo ajansên hawarhatina navdewletî re hat şandin.
Herwiha herdu alî li hev kirin li ser pevguhertina pêzanînan û dîkomîntkirin û şandina wan bi rêka raportan ji konseya ewlekariya navdewletî re bo binpêkirinên ku li ser destê Rijêmê û hevalbendên wê dibin bêne tekezkirin.
Hevdem ku Xûta rojhilat rastî êrîşên berdewam ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê dibe tevlî biryara agirbestê ya hatî standin ji aliyê konseya ewlekariyê, û ligor rêxistinên navdewletî, ev êrîş bûne sedema kuştina bi sedên kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî