Îbrahîm Mîro wezîrê darayî yê Hikûmeta Sûriya demkî rewşa Sûrî weha da zanîn:” metirsîdare, û lêdana zengilê metirsiya pêşbînkirina qeyraneka mirovî ya xwarinê heye , li nav nişteciyên li navçeyên dorpêçkirî û yên ji derveyî kontrola Esed”, û amaje kir ku “raporta rêxistina FAW ya xwarin û Çandiniyê, tekez dike ku 6 milyon sûrî bi awayekî mezin rastî qeyrana bêxwariniyê bûne û roj bi roj rewşa wan aloztir dibe û nemaze di peydakirina xwarinê û bi taybetî ard û nan “, heman raportê ev qeyran bo van çend sedaman vegerand :”nekarîna encamdana karên cotyaran, û kêmbûna berhemdana genim û zehmetiya veguhestinê û kêmbûna keresteyên pêwîst, ku bandorek mezin li ser berhemê genim yê 2014an kir “. Herwiha Mîro got ” ku Hikûmeta demkî ji destpêka damezrandina xwe de, ev kêşe û girftarî pêşbînî dikir, û di heyva cehzîranê de me dest bi avakirin û saxbîrkirina Saziya Giştî ya Dane Genim kir, ya ku ji 3 kompaniyan pêkhat; Kompaniya Giştî ya Kirîn û Ambarkirinê, Kompaniya Giştî ya Aşxaneyan, Kompaniya Giştî ya Nanpêjxaneyan. Herwiha me karîbû 14 navendan li 4 parêzgehan vekin , tevlî kirîna nêzîkî 18000 tonên genim ji cotyaran, ku bitenê ew berdest bû li wan navçeyan, lê em rastî arîşeyan dibin li navçeyên berhemdar, nemaze ku ev navçe di bin destê rêjêmê de yan di bin destê Daiş de bin, ji ber ku ev herdu hêz rê nadin bazirganan da genim veguhêzin bo navçeyên li jêr Kontrola artêşa Azad”. Wezîrê Navhatî kongir bi dawî kir û got: ” armanc ji vî Kongirî ew e : arastekirina nameyekê bo dewletên piştgir ji gelê Sûrî re derbarî vê qeyranê, û em wek Hikûmeta demkî û Saziya Giştiya Genim pêdiviya me bi derdora 323 hezar tonên genim heye bo çêkirina 275 ton ard, ku têra 2,5 milyon sûrî bike li navçeyên dorpêçkirî ji aliyê rêjîmê ve, û ji navçeyên derveyî kontrola rêjîmê re”.
Jêder : Hevbendî