Duhî roja duşemê Dr. Ehmed Tu’ima serokê Hikûmeta Sûriya demkî û jibo bihêzkirina civaka Sivîl, beşdarî di vekirina saziya “Sûriya Mala me ye” de kir, li bargeha wê ya li bajarê Xazî Entaba Tirkiyê.
Tu´ime di gotara xwe ya di dema vekirina Saziya navborî de, tekezî li ser giringiya rola rêxistinên Civaka Sivîl di serkêşiya civaka Sûrî de ber bi pêşketinê de kir, û balkişand ku Hikûmeta demkî di giringiya evê rolê dighêje, lewra aktîvkirina rêxistinên Civaka Sivîl yek ji giringtirîn nerînên wê bû yê pêşkêşî Hevbendiya Niştimanî kir û pê bawerî wergirt.
Tu’ima sûrbûna Hikûmetê li ser alîkariya Welatiyan bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl kir, û guhestina Sûriya ber bi dewleteka Sivîl ya demokrasî û firehalî kir.
Serokê Hikûmetê da zanîn ku rola rêxistinên Civaka Sivîl netenê Hawarçûn û fêrkirin û piroje ne, lê rola wê pir giring e di çesipandina ramanên Dewleta Sivîla û demokrasî de, û amaje kir ku pêşbirkî di navbera rêxistinên Civaka Sivîl de bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir bo welatiyan di sercem waran de (ramyarî û hawarçûn û pizêşkî û fêrkarî) wê bibe fakterekî diyar bo başkirina rewşa Civakî.
Tu’ima geşbîniya xwe diyar kir ku damezrandina “Sûriya Mala meye” wê roleke wê ya mezin di komelgehê de hebe, û di heman demê de amadebûna Hikûmeta xwe bo karê hevbeş digel Saziya navborî ji bo xizmeta miletê Sûriyê anî ziman.
Rêveberê pirojeyê ” Sûriya Mala meye” Es´ed El´eşî ji aliyê xwe ve sê karên serekî yên saziyê destnîşan kirin bi armanca piştgiriya Civaka Sivîla Sûriyê; ku yekemîn tişt, ku baregeha saziyê li Xazî Entabê bibe dîdargeha rêxistin û çalakvanên rêxistinên Sivîl yên Sûriyê, yan bi pêşniyazkirina dîdargeheka elektronî li ser Enternêtê bi rêka malperên peywendiyên civakî, herwiha cihek be belavkirina zaniyariyan bi rêka rahênan û veguhestina şehrezayî û ezmûnan û avakirina şiyanan, tevî pêşkêşkirina bexşînan bo bihêzkirina rêxistinên civaka sivîl bi rêka pirojeyan û bicihkirina ramanan di piratîkê de.
Herwiha El’eşî li ser giringiya hevkariya saziya “Sûriya Mala meye” digel Hikûmeta Sûriya demkî axivî, û balkişand ku ev kar wê beşdariyê di daraştina zagonên ketwarî û demokrasî û dadmendî de bike ber bi dabînkirina armancên Hikûmeta demkî û armancên rêxistinên Civaka Sivîl.
Jêder: Hikûmeta demkî