Li mawê dîdara wezîrê perwerde û xwendinê yê Hikûmeta Sûriya demekî Muheydîn Benana digel rawêjkarê serokomarê tirkiya berêz Erşed hurmizlo, babetê bestina kongirê navdewletî yên dostên gelê Sûrî bo piştevaniya xwendinê,herwiha hevkariya di navbera saziyên perwerdeyî yên tirkî de digel hevkêfên wan yên sûrî de hatin gengeşekirin.
Binana tekez kir ku wezareta wî gelek bizavan dikê bo dabînkirina piştevanên fêrkirinê bo milyoneha xwendevanên sûrî li deverên derveyî kontirola rijêmê û di welatên cîran de û amaje kir ku hikûmeta tirkî û damudezgehên wê yên perwerdeyî gelek alîkarî dane pirosêsa xwendinê ya bi serpiriştiya wezareta wî ya li tirkiya.
Herwiha daxuyakirin ku wezareta wî bizavê dikê bo vekirina zanîgehekî li ser xaka Sûriya yê û yeka dîtir li turkiya ser sinor,bi hêviya piştevaniya tirkiya di biwarê zanistî de û mawedana bi zanîgehê.
Ji aliyê xweve berêz Hurmizlo soz da ku wan hemû nêrîn û boçûnan û rewşa xwendinê ya sûriyan veguhêzê bo berêz serokomar û hikûmeta tirkiyê û kar bikê bo bestina kongirê nêvnetewî yên dostên gelê Sûrî bo xwendinê.
Jêder: Hikûmeta demkî + Hevbendiya Nîştimanî