Dergehê mirinê li ber ciwanên parêzghea Hesekê vekirî ye û nayê girtin, ev çarenûsa welatî û nişteciyên vê parêzgehê ye ji ber hilmetên leşkeriya neçar, ya weltî navê ( seferbelika PYD) lê dikin.
Hilmete binçavkirina ciwanan li parêzgeha Hesekê ji hêla çekdarên PYD ji heyv û nîvekê de berdewam e, û bi sedan ji bo leşkeriya neçar hatine birin.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li Hesekê diyar kir ku hilmeta binçavkirinê li tevhiya bajar û bajarokên parêzgehê berdewam e, û balkişand ku li ser tevaya rêbendên çekdarên PYD ciwanên ku temenê wan di navbera 18 ta 30 salî de be tên binçavkirin, û ji bo bargehên leşkerî têne şandin.
Di heman mijarê de peyamnêrê me eşkere kir ku polîsên leşkerî yên bi ser PYDê ve ne li bazaran belav dibin û digirin ser malan û wan pişkinîn dikin .
Li ser dirêjkirina dema hilmeta destpêka vê sale, jêderkî nêzî PYDê ji peyamnêrê me re diyar kiribû ku ji ber kêmbûna ciwanan, hijmara tê xwestin ji bo qonxa tê temam nebûye, û ji ber wê yekê dema hilmetê hate dirêjkirin.
Tê zanîn ku bi hazaran ciwanên parêzgeha Hesekê ji ber leşkeriya neçar ya ku ji hêla rêveberiya PYDê hatiye ferzkirin, penaberî herêma Kurdistanê û Tirkiyê û Oripa bûne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê