Çalakvanên bajarê Kobanê tekez kirin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê li nava bajarê Kobanê tunel û sengeran dikolin.
Çalakvan Azad Derwîş, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku xelkê Kobanê nefretê ji kolana di nav malan de li bajarê Kobanê dike, û di tirsê de dijîn.
Derwîş bal kişand ku xelkê Kobanê di jiyaneke dijwar de dijîn ji ber kiriyarên PYDê yên şaş û metirsînên xelkê mestir dibin piştî kolandina li nava bajêr.
Derwîş da zanîn ku çekdarên PYDê li hemû herêmên sînorî xendeq kolane, û ji bo amadekariya şerekî bi Tirkiyrê re nefeqan li nava bajaran didin kolan.
Her weha Derwîş got ku PYDê herêmên me kirine cihên şer û pevçûnê bi hemû aliyan re, û nemaze bi Tirkiye re û dever vala kirine.
Her wiha Derwîş tekez kir ku di encama kolandina li hindirê bajêr tevgera kar pir hidink bûye, û gelek kesan dikanên xwe girtine.
Di dawiya gotina xwe de Derwîş got ku bi dehan malbat ji bajarê Kobanê koçber bûn, piştî kolandina hindirê bajêr, û her wiha xelk ji siyasetên PYDê bi tirs in, û pêşeroja herêmê ne zelal e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî