Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve, ji destpêka heyva Nîsanê ve dest bi hilmeteke girtina ciwanan li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê kirine bi behaneya leşkeriya neçar.Di vê hilmitê de bi sedan ciwan hatin binçavkirin û ji bo navendên leşkerî tên hatin veguhestin.
Bavê Idrîs ku ciwanekî wî ji hêla çekdrên PYD ve hatibû binçavkirin ji peyamnêrê malpera me re ragihand ku kurê wî dema ji karê xwe vedgeriya hat binçavkirin û ji bo cihekî ne diyar hate veguhestin. bavê Idrîs da xuyanîkirin kû gelek caran hewil da ku çihê kurê xwe nas bikie lê hewildanên wî têkçûn.
Hilmeta leşkeriya neçar vê carê ji her carên berê bi hêztir bû li gor ku bazirgan Bawer Mele Ehmed ji me re diyar kir û got çekdaran êrîşî firoşgehan dikirin û li xortan digeriyan.
Mele Ehmed berdewam kir û got ji bilî êrîşa li ser mal û firoşgeh û kafînêtan, çekdarên PYD li nava bajaran û bi taybet li ser dergeh û çar riyanên serke belav bibûn û ciwan digirtin.
Tê zanîn ku ji ber leşkeriya PYD , hejmareke mezin ji xizanên kurd hewil didin ciwanên xwe ji bo herêma Kurdistanê û Tirkiyê birevînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê/Beşê Kurdî