Çend kesên bi jehrî ketine gihan nexweşxa “Dîmeşq” ji encama vexwarina ava gemarî ya ko rêjîmê ew li paytextê belav kiriye, piştî berdewamiya bombebarana Wadî Bereda , ya di encamê de ziyan gihaye kaniya “Eyn Elfîcê” û rêjeya ava vexwarinê têde kêm bûye.
Li gora acansa “Simart”, jêderekî ji hindirê nexweşxanê gotiye ku nexweşên gihane nexweşxanê ji taxên nêzîk in, û ew kes nexweş ketine ji ber vexwarina ava ji bîrên kilsî û nepaqijkirî ya “stêrên” rêjîmê anîne û li paytextê belav kirine ji bo qeyrana avê çareser bikin, piştî ko herêma Elwadî bi tundî tête bombebarankirin.
Hêzên rêjîmê ji çend rojan ve hewil didin digel bombebaraneke asmanî û ya topan, têwerdana gundên Wadî Bereda bikin, di encamê de bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndarkirin, û çend bargehên xizmetkariyê û desteyên sivîl wêran bûne, û ya herî giring kaniya “Eyn Elfîcê”ye, ya ko taxên Şamê ava wê vedixwin.
Û Acansa Simart berî çend rojan tekez kir ko çend mizgeftan ragihandin ku av li wan nemaye, ji ber heman sedemê çend dibistan hatine girtinû, û ji encama serhişkiya rêjîmê û berdewamiya armanckirina wê ji cihên zindîdar û jêderên avê re, buhayê depoyek“1000L” ava vexwarinê li Şama paytext gihaye 25hezar lîreyên Sûrî, her weha heman qebareyê ava kilsî bi 12.500 lîreyî ye, di heman dema birrîna avê ya berdewam ji ser paytextê.
Û ji aliyê xwe ve desteyên çalak û dezgehên civaka sivîl li Wadî Bereda ya dorpêçkirî li gundewarê Şamê, ji dewletên çavdêrên peymana agirbestê daxwaz kirin ko fişarê bidin ser rêjîmê û milîtanên wê da binpêkirinan rawestînin, û wan desteyên çalak daxwaz ji Netewên Yekbûyî û xaça sor kirin da li ser rewşa mirovî ya nebaş li herêmê rawestin, û soz dan ko eger agirbest cîbicî bibe, ewê bizavê bikin ji bo derbaskirina kargehên çaksazkirina “Eyn Alfîcê”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans