Raportên ragihandinî hişyarî dan derbarê rewşa tendiristî ya xelkên Dêra zorê û bi taybetî ya derbiderên ko li kampên gundewarê Hesekê yê başûr bicih bûne, bi sedema nexweşiyên veguhêz û tunebûna xizmekariyên bijîşkî.
Rojnameya “Erebî21” got ku jêderên bijîşkî yên taybet ji wan re tekez kirine ko nûçe tên li ser ketina hejmarek mezin ji kesan bi nexweşiyên veguhêz wek jana zirav û pûçbûna zarokan û leşmanya.
Û bi sedema xurtbûna pevçûnan li parêzgeha Dêra zorê ya ko hêzên QSD ji aliyekî ve û rêjîm ji aliyekî din ve li dijî endamên rêkxistina Daiş serpereştiya wê dikin, bi sedhezaran sivîl bibal beyabanê de reviyane.
Çalakvanan diyar kirin ko 17 rewşên nexweşiya jana zirav li kampa Elsed li gundewarê Hesekê çêbûne û piraniya wan ji derbiderên Dêra zorê ne, û dibêjin ku sedemên wê vexwarina ava gemarî û nebûna paqijî û guhdanê ne .
Çalakvanan ji gundewarê Hesekê destnîşan kirin ko du zarok temenê wan sê salan derbas nake hefteya derbasbûyî li kampa Elsed li gundewarê Hesekê bi sedema nexweşiya jana zirav jiyana xwe jidest dane, ew kampa ku milîtanên QSD wê birêve dibin, çalakvanan tekez kirin ko bi dehan kes li kampê bi heman nexweiyê ketine, û diyar kirin ko kamp çi pêdiviyên bijîşkî yên pêwîst ji çareseriyê re lê nîn in.
Mihemed Firas Elcindî wezîrê tendiristiyê yê desthilata Sûrî ya demkî duh yekşembê got ku desthilat pêrabûnên pêdivî ji xelkên Dêra zorê re yên ko gihane herêmên rizgarkirî dikin, ji bo nexweşî belav nebin, û destnîşan kir ko bidehan kesên bi nexweşiya pûçbûna zarokan ketine li bajarê meyadîn li gundewarê Dêra zorê yê rojhilat ji adara borî de hene.
Elcindî di daxuyaniyên ragihandinê yên ji Erebî 21 re diyar kir ko wan vaksînên pûçbûna zarokan dane zarokên derbiderên Dêra zorê yên ber bi herêmên gundewarê Helebê yê bakur û rojhilat de çûne, û wezareta tendiristiyê bi kampanyeke derzîdanê li hemû herêmên rizgarkirî radibe, ji tirsa vegirtina nexweşiyan.
Rêkxistina tendiristî ya cîhanî di demeke berê de tekez kiribû ko pûçbûna zarokan bi 17 zarokan re bi kîmanî li Sûriyê ji adara borî de peyda bûye, û hişyarî ji vegera nexweşiyê da ya ko gefeke metirsîdar e li ser milyonên zarokan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî