Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Brahîm Biro, tekez kir ku gengeşeyên bibin di kongirê Astana de wê bêhtir balê bikişînin li ser mijara cêbicêkirina agirbestê û babetên mirovî yên girêdayî bi alîkariyan û serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçkirinê.
Biro duhî, 22/1/2017an êvara duşemê, diyar kir ku wî hevdîtin ligel gelek diblomatkar û meydiyakaran pêkanîne, û ligel wan nêrîna ENKSê ji çareseriya siyasî re li Sûriyê û herwiha çareseriya kêşeya kurdî gengeşe kirine, û herwiha mijarên agirbestê û dijîtiya terorê, ya kilîta çareseriya siyasî û avakirina dewletek demokrasî û federal e, ku têde mafên netewî yên gelê kurd û mafên pêkhateyên din di destûrê de bên çesipandin.
Û der barê navçeyên kurdî û binpêkirinên li wan dibin û derdeseriya miletê kurd dikşîne li jêr sîbera rewşa niha ji girtin û astengiyan û rewşa jiyanê ya xerab, Biro diyar kir ku navçeyên kurdî di rewşek gelek xirab de derbas dibin, ji ber guhnedana rijêmê bi van navçeyan ji aliyekî de, û ji aliyê din bi sedema ku aliyên navdewletî têkiliyan ligel rêveberiya ji aliyê “PYD” ê ve hatiye ragehandin neke, û her weha ji ber serbora vê partiyê ya xerab ji hêla kiryarên tundutîjiyê û takrewiyê û girtina siyasetmedaran û sepandina bacên giran li ser gel.
Hêjayê gotinê ye ku şanda kurdî ya beşdar di kongirê “Astana” de yê ku wê îro roja duşemê 23/1/2027an lidar bikeve, ji berêz Îbrahîm Biro serokê ENKSê û Dr.Ebduhekîm Bişar cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê, û parêzer Derwîş Mîrkan wek rawêjkarê yasayî pêktê.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Nivîsîngeha Ragihandinê