Serokê ENKS’ê, Îbrahîm Biro, got ku teqînên îro yên Qamişlo, bi hemû pîveran bobilatek e, û tekez kir ku rêjîma Esed û DAÎŞ hevparên vê komelkujiyê ne, û PYD’ê berpirsê wê yê rasterast e, ji ber ku ew desthilatdariyê li navçeyên kurdan dike, û hevdem bal kişand li ser hebûna destekî mezin yê dijmin di nav hêzên wê yên leşkerî de.
Di daxuyaniyek taybet de bo malpera me, serokê ENKS’ê pirsyar kir li ser çawaniya derbasbûna kemyoneke mezin ya barhilgir tevlî teqemeniyan li nav bajarê Qamişlo?
Û pirsyar kir ku çawa rêveberiya PYD’ê dikare şopandina postên li ser fêsbokê bike û heger post ne bi keyfa wê bê yekser xwediyê wî digire, û navçeyên kurdan dixe bin çavan de û ciwanan digire û wan dibe leşkeriyê? Lê nikare bajarên kurdan ji teqînên weha mezin biparêz e?
Biro amaje kir ku rêjîm û DAÎŞ hevpar in di vê komelkujiyê de, û diyar kir ku pîlangeriyeke mezin heye li ser gelê kurd li Sûriyê ji aliyê DAÎŞ û rêjîma Sûriyê û PYD’ê ve, ku dezgehên ewlekariyê yên di nav sivîlan de tên armanckirin, bi armanca koçbarkirina kurdan.
Biro got ku ev teqîn û herwiha teqînên berê didin xuyakirin ku destê dijimin bi şêweyek diyar di nav hemû hêzên PYD’ê de heye, û hevdem tekezî li ser giringiya hatina pêşmergeyên roj li nav xaka welat kir, ji bona ku hemû kesên koçber vegerin û koçberiya mezin li nav kurdan ber bi derve bête rawestandin.
Jêder: Hevbendî