Emaneta giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurdî civata xwe ya yekem di 2Tîrmehê de li Qamişlo lidar xist û serokatiya ENKS û Komîta Darayî û Komîta Serperiştekar a Encmanên Xwecihî destnîşan kirin.
Ibrahîm Biro weke serokê ENKS hate hilbijartin li gel ofîsa emîdariyê ya ji ( Fesla Yûsif- Xelîl Husam- Ehmed Sîno- Hejar Hesen) pêk hat, li gor ku peyamnêrê me nûçe bo me gihand.
Her wiha ofîsa emîndariyê konfiranseke rojnamevanî di dawiya civatê de lidar xistin tê de serokê ENKS got ku pêwîstî bi kar û xebateke pir heye û divê ku em tev bi yek deng û helwêstê tevbigerin ,li gel miletê xwe rawestin ta ku em tev karbin bighêjin qonaxeke aram têde gelê me xwedan mafê xwe be.
Tê zanîn ku Ibrahîm Biro serokê Şeşemîn e ku serokatiya ENKS dike.
Jêder : Hevbendî