Di hevpeyvînekê de li gel Mihemmed Elî Îsa nûnerê Encumana Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, nerazîbûna xwe ji biryara avakirina mozexaneyekê li bajarê Kobanê da xuyakirin .
Îsa got ” Biryara rêveberya Partiya Yekîtiya Demuqrat ku 3 cih nîşan kirine da ku bike mozexane şaş e, û divê ku ji vê biryarê vegerin ji ber ku ne di berjewendiya milet deye”
Her wiha Îsa nîşan da ku nabe PYDê malên xelkê bike mozexane bê ku ew rê bidin wan “me pêwendî bi piryana xelkê kobanê re kiriye û xwediyên xaniyên li wan cihan nerazîbûna xwe tînin ziman”
Hêjaye gotinê ku cihên nîşankirî yek li derdora Qada Azadî û navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ye, û ya duyem li derdora çargoşeya ewlekariyê ye, û ya sêyem li navbera bazara sebze û mizgefta Hac Reşad de.
Jêder: Hevbendî