Welatiyê bi navê Fêsel Mistefa Hecano yê ku berî çend rojan agir bi laşê xwe xistibû ji ber tevlîbûna keça wî di nav hêzên PYD de bê razîbûna wî, duh 1 çêriya paşî/oktober li nexweşxaneyeke Turkyê jiyana xwe ji dest da
Vê bûyerê bala welatiyên Kobanê kişand ku çiqas zordarî li bajarê wan heye û bi tundî ev bûyer şermezar kirin, rojnemevan Mistefa Ebdê li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye:” Fêsel Hecano agir berda canê xwe ji ber ku canê wî nema karîbû riswakirin , danûstandina pîs , qewitandin û sertewandinê hilgire”.
Mihemed Hecano ji mere diyar kir ku gelek caran mamê wî hewl da ku keça xwe bibîne lê hêzên PYD rê nedanê, tevlî ku 3 zarokên Hecano di nav hêzên wê de ne.
Hêjayî gotinê ye ku Fêsel Hecano yê ji bajarê Kobanî ye, roja 26 heyva çêriya pêşî/Oktober û ji ber ku hêzên PYD gelek caran daxwaza dîtina wî ji keça wî re ya di nav rêzên wan de ye red dikirin, li pêşya Rêveberiya xweser ya girêdayî bi ser PYD ve agir bi laşê xwe xist û di nexweşxaneyeka Tirkiyê de dihate dermankirin.
Jêder: Hevbendî+rûpela M.Ebdê