Navenda Jinên Xûta ya ji bo rahênan û amadekirinê li bajarê Dûma kampanyeke hişyarkirinê bo têderxistina Penceşêra Pêsîrê digel kampaniya cîhanî ya ji bo vê mijarê hatiye terxankirin destpê kir.
Armanc ji evê kampaniyê ew e hişyarkariya derbarê karîna çareserkirina tekûz ji evê nexweşiyê re, gava ko ji destpêka xwe ve bête naskirin. Dr. Ebîr li ser giringiya zûtêderxistina Penceşêra Pêsîrê û li ser diyarde û nîşanên nexweşiyê û fakterên alîkar bi peydabûna wê re û çawaniya xweparastinê axivî.
Dr. Muna gotarek li ser nexweşiyê pêşkêş kir, tê de pêşketina nexweşiyê û rêkên têderxistina nexweşoyê şirove kirin. Herdu bijîşk li ser bixwenaskirina vê nexweşiyê axivîn.
Piştî bidawîbûna simînerê Navendê Biroşorê ko Navendê derxistiye ji Jinan re pêşkêş kir.
Jêder: Hevbendî