Bombebarana Rûsî ya berdewam li ser herêmên Bakurê Sûriyê hişt ko Kampên nû çê bibin, digel yên ko ji çar salan ve ji ber bombarana Rêjîmê çêbûne.
Penaberên nû ew jî bidehhezaran e Kampên xwe amade kirin, bi piştgiriya xwebexşkarên Ereb û xelkên Sûrî û bi alîkariya tîmên xwebexş yên xwecihî li Herêmên Gundewarê Idlib yê Bakur li ser Sînorê Tirkiyê û Sûriyê çimkî ew ji cihê şer dûr e û aramî hinekî ji ber herêmên din ve lê heye.
Piraniya Hevwelatiyan ji Gundewarê Hema yê Bakur û Rojava û Gundewarê Helebê yê Başûr û Gundewarê Idlib yê Başûr hatine, çimkî li wan Herêman gelek şer heye di navbera Şoreşgeran û Hêzên Rêjîmê yên firokên Rûsî piştgiriya wan dikin, digel ko Şoreşger di çend rojên dawî de û bi taybetî li Gundewarê Hema yê Bakur bi pêş ve çûne.
Her wiha 10 Sivîlên Sûrî di bombebarana Rûsî ya li ser taxên Niştecihan li bajarê Helebê bakurê Sûrî şehîd ketin. Berpirsên berevaniya Sivîl li bajêr anîn ziman ko firokên Rûsî çend taxên bindestê Şoreşgeran de bûn wek “Elheyderiyê, Saxûr, Bab Elneyreb û Zibêdiyê” bombebaran kirin. Ewê hişt ko 10 sivîl bêne kuştin û bi dehan birîndar bûne. Hem jî gelek ziyan gihaye milkên wan, û berpirsan destnîşan kir ko çend birîndar ji bin wêraniyê derxistine.
Her wiha Rêkxistina Koçberiya Navdewletî hişyarî da ko Milyonek Sûrî dê welatê xwe berdin eger çareseriyek siyasî li Sûriyê neyê dîtin.
Her wiha Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Xalid Xoca tekez kir ko dagîrkirina Rûsî ji Sûriyê re “Aramiya Herêmê têk dibe û Ewlekariya Cîhanî nearam dike.”
Xoca got gerek Herêmeke aram li Bkaur û Başûrê Welat çêbibe çimkî gelek Sûriyan ji Bermîlên teqîner yên Rêjîma Esed û Firokên tawankar û derbiderî û Penaberiyê dê biparêzin.
Xoca got: Herêma aram tê wateya hêminî û bi hebûna Herêma aram penaber dê li xaka xwe vegerin û dê alîkariyên mirovî bi hêsanî bigihên.
Jêder: Hevbendî+Acans