Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya bi Hikûmeta Sûrî a Demkî ve girêdayî ye deranîna zankoya Helebê ji mufadela yekemîn re bo pejirandina di zanîngeh û peymangehên navendî ku li çar parêzgehan belvbûyî ne ragihand.
Komîta bilind ya rêveberiya zankoyê mufadela yekemîn bo pejirandina di zanîngehan de li pêş xwendevanên nû yê bawernameya amadeyî wergirtine ragihand, û ” Zankoya Helebê” zankoyeke hikûmî ye ji samanê dewleta Sûrî ye, û di bin desthilatiya Hikûmeta Demkî de li deverên Heleb, Idlib, Gundewarê Laziqiyê, Hums, (Gundewarê Bakurî, Devera We`ir a dorpêçkirî), Hema, Gundewarê Şamê (Xûta Rojhilatî ya dorpêçkirî) û Der`a waneya dide, û 19 zanîngeh û 10 peymangeh tê de hene.
Alîkarê Wezîrê Fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Ebidirehman Elhac di daxuyaniyeke taybet de got ramana avakirina zankoya Helebê li deverên rizgarkirî de ji zankoya Berştîna li Kosovo di dema şerê ku tê re derbas bûye ku çawa zanko di wê demê de bû du beş hatiye wergirtin, û diyar kir ku zankoya Helebê zankoyek hikûmî ye bi yasaya sala 1958an hatiye avakirin, û bi herhalî mukurbûneke navdewletî pê heye, û her tiştê ku kar ji bo wê bûye ji bo şuxulandina mamosteyên zankoyê û rêbazên wê ye, lê di bin siya desthilatiya hikûmeta demkî de.
Û berdewam kir em hewl didin bo em mikurbûna niha di riya xwestina alîkariyê ji rewşa hikûmeta demkî ya niha bidest bixin, û tekez kir ku zankoya Helebê samanê dewleta Sûrî û milletê Sûrî ye, ne rejîma Esed ya tawankar e.
El – Hac diyar kir ku karek bo imezekirina hejmarek ji peyman bi dewletên cîran û dost re heye bo kar bi belgeyên ji zankoyê derçûne bê kirin, û imzekirina peymanek nêzîk bi dewleteke cîran re di vî warî de pêşbîn kir, herweha kar bo girêdana şirîkatiyê bi zankoyin erebî û Ewrupî, û Emrikî re dibe, bo bernameyek destnîşankirî li zankoyê danîn.
El – Hac destnîşan kir ku pêşketinek bi lez li ser asta alîkariyê û piştgiriya zankoyê heye, û destpêşî ji zankoyên hejmarek dewlet bo pêşkêşkirina alîkariyê ji zankoyê re heye, û sûde ji her tiştê ber bidest tê kirin.
Herweha El – Hac diyar kir ku divabû gavek wêrek bo peydakirina çareyekê ji rawestana koçkirina kadirê fêrkirinê, û tunebûna derfetan li pêş deh hezarên xwendevanan ê dûrî xwendina xwe ketine bo temam bikin hebe, ew jî piştî derbasbûna derdora pênc salan derfeta peydakirin û misogerkirina zankoyên cigar li deverên rizgarkirî, ji ber zankoyên cîhanî muxamerê li ser erdeke ne aram napejirînin, û dest nîşan kir ku vekirina vê zankoyê xwarbûna ciwanan ber bi tundiyê, tawankariyê, û koçberiyê sînor dikin.
El – Hac li ser bêlayenkirina operasyona fêrkirinê û bê siyaset, û parastina şêwazê niştimanî tekez kir, û ev yek di bêlayeniya zankoyê li ser asta danîna karmendan û derfetên kar bê cudahî xuya dibe, û nerîna siyasî a karmendan ne merc û pîvan be, ji bilî piştgiriya rejîmê a ku nayê pejirandin, ji ber ew mîna piştgiriya tawankarê cengê ye û nayê veşartin.
Di derbarê xwendevanên ji xwendina xwe qut bûne, El – Hac destnîşan kir ku zanko pîlan bo derbaskirina hemû xwendevanên qutbûyî bi awayekî li du hev di werzên xwendinê yên were de danîne.
Jêder: Hevbendî