Jêdereke leşkerî ji pêşmergeyên li Kobanê nexwest ku navê wî bê eşkerekirin ji me re da zanîn ku Piştî şerekî giran li dijî rêxistina DAIŞê, Hêzên Parastina Gel kaşê”Miştenûr” li başûrê Kobanê xist bin kontrola xwe de , Her wiha wî pêşmergeyî got, ku şeva Bûrî û Piştî şerekî giran li dijî rêxistina DAIŞê kaşê Miştenûr kete bin destê hêzên kurd de .
Ji hêleke din ve Îro sibehê, Hêzên Pêşmerge cihên çekdarên DAIŞê li başûr û rojhilatê Kobanê bi giranî topbaran kirin, û belafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi giranî cihên DAIŞê li taxa Miştenûrê û derdora taxa Miktelê li rojhilatî bajêr armanc kirin.
Ji aliyek dî ve çekdarên DAIŞê hîn berdewam in di topbarankirina navçeya Kobanê û taxên wê yên rojava û di encamê de ziyanên madî hene.