Duhî roja duşembê Katdirayiya Aşûrî li parêzgeha Hesekê ji aliyê girûpa rûpêçayan ve rastî êrîşeka dizî û talankirinê hat, tê zanîn ku berî wê êrîşê bi rojekê ziyan lê bibûn ji encama teqîna narincok û mûşekan di şer û pevçûnên li derdorê rûdabûn.
Herwiha heman Rewangehê diyar kir, ku heman katdirayî tête pejirandin wek “Navenda Ebreşiya Sûriyê ji Dêra Rojhilat ya Aşûrî re”, û katdirayiya navborî dikeve di naverasta bajarê Hesekê de, di navçeyekê ku dibin destê tabûrên alîgerên rêjîma Esed yên bi navê “Tabûrên Elbe’is” de ye.
Ev tawan ji aliyê berdevêkê Hevbendiya Niştimanî hat şermezarkirin, û her armanckirinek ji cihên pîroz re bi karê teroristî tê dîtin, û berpirsyariyên Civaka Navdewletî li bîra wê anîn li hember van tawanan yên dibin binpêkirin ji rêkeftina Jinêv re ya girêdayî bi parastina mafên mirovan di şeran de.
Herwiha Elmislit balkişand ku ev kiryar hevşêweyê pilangeriyên rêjîmê ne yên têne cîbecîkirin li sertaserî Sûriyê her ji destpêka şoreşê de, ku bimebest dibîstan û Dêr û Mizgeft û Nexweşxane û xalên pizîşkî û enbarên hawarhatinê û zêdebarî xanî û avahiyên akinciyan têne armanckirin.
Jêder: Hevbendî