kêmbûna nirxê lîreya Sûrî li hember diravên biyanî di dema dawî de bandoreke neyînî li ser tevgera bazara Efrînê kiriye, lewra welatiyên bajêr bi dijwarî pêdiviyên xwe yên rojane peyda dikin.
bavê Mihemmed xwedyê firoşgeheke şînkayî ye ji me re got “Nearamiya bazarê ku bi buhabûna diravên biyanî ve û rewşa aloz ya riya di navbera Efrîn û herêmên derdorê de girêdayî ye, me neçar dike ku hin caran keresteyên xwarinê bi nirxekî erzantir ji yê me pê kirye bifiroşin”.
Evîn welatiyeke Efrînê ye dibêje ku mûçeyê wê 20 hezar lîreyên sûrî ye, tenê ew kare hin pêdiviyên jiyanê ji malbeta xwe re peyda bike.
Her wiha Evîn nîşanda ku çavdêrî li ser bazirganên ku heyberan ji Turkiyê û hin deverên derdora Efrînê tînin tune ye, lewra ew bi behaneya baceyan her tiştî buha difroşin.
Hêjayî gotinê ye ku bajarê Efrînê pêdiviyên bingehîn yên xwarinê ji turkiyê peyda dike tevlî baceya bilind, ji ber aloziyên li ser riyên parêzgehên Sûrî ku piraniya wan di rewşa şer de ne.
Jêder: Hevbendî