koçberên Kobanê yên li bajarê Dirbêsiyê bicih bûne, êş û kêşeyên xwe ji ber rewşa abûrî ya xerab û piştguhkirina wan ji hêla dezgeh û komeleyên xêrxwaziyê ve ji me re anîn ziman.
Xalid Sincar yek ji penaberanên li Dirbêsiyê ye, li ser rewşa jiyana xwe ya xerab dibêje: “em 150 malbat in, li Dirbêsiyê bi cih bûne, piraniya me bêkar in, û ti jêdereke dahatan ku em pêdiviyên xwe yê rojane jê peyda bikin tuneye, û komeleyên xêrxwaziyê ti alîkariyê bi me re nakin “.
Ji hêleke din ve ew penaber hewl didin ku derbasî Turkiyê bibin da ku karibin vegerin Kobanê, lê ta niha ew hewldan bê encamin.
Islam Xelîl penaberekî Kobanî ye li Dirbêsiyê ,ji mere got ku dergehê sînorî yê Dirbêsiyê rê nade wan ku ew derbasbin.
Xelîl bang li Encumana Niştimanî ya Kurd û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kir, da çareyekê ji kirîza wan re bibînin.
Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê bi hezaran xelkên wê vegeriyan ser malên xwe, lê rê ji bo penaberên ku li parêzgeha Hesekê dimînin nayê dan .
Jêder : Hevbendî