Koma Aş û Kanî yekemîn koma şanoya sûrî ye ku li Kurdistanê hatiye damezrandin di 15/6/2013 piştî kû şanoyek di roja cîhanî ya penaberan bi beşdariya rêxistina UN pêşkêş kir.
Rêvebera peywendiyan di komê de Nisrîn zubêr ji malpera me re da xuyakirin ku “rewşa abûrî ya nepak û nebûna demê bi endaman re ji ber pirê wan karmendin û huner ne karê wan yê sereke ye, bû sedem ku çalakiyên me kêm bibin,
ji hêla xwe ve Alan serhan ku endamê vê komê ye da zanîn ku gelek vexwendin-nameyên beşdarbûna vestîvalan ji wan re hatin, lê ji ber tunebûna pasportan nikarîbûn beşdariyê bikin
her wiha Wesîm Xidir, yek ji damezrênerên komê ye got ku îsal wê koma Aş û Kanî gelek çalakiyên şanoyê pêşkêş bike û daxwaza alîkariyê ji desthilata herêmê û Encumana Niştîmanî Ya Kurd û hemû rêxistinên mirovî kir.
Hêjaye gotinê ku koma Aş û Kanî yek ji beşdarên festîvala nêrgiz bû ya li Herêma Kurdistanê lidar ket. Jêder: Hevbendî – Hîwa can / Hewlêr