Zarokên kêmendam yên ko nû çê dibin li Xûta Şamê ya Rojhilat bêtir dibin, bi sedema ko Esed çekên kîmawî Tebaxa 2013an li bajarokên Xûta bikar anîn. Û berdewambûna dorpêçê li ser Xûta ji sal û nîvekê ve ,hişt xwarin û derman ji ser xelkên wê kêm bibe.
Doktorek ji yên li Xûta kar dikin, sedema kêmendambûna zarokan ragihand, ku bandora xaza kîmawî li Dê an Bav bûye an jî kêmbûna xwarinê, çimkî Jina Ducanî li xûta xwarina jê re giring naxwe, wek fêkî, nîsk, fûl, hêk, masî, bazêla û sebanix ,û nebûna dermanên ko şûna wan bigirin wek ” Folik Asîd” ku nehêlin şêwandina zarokan çêbibe, ji ber ku ev heyber pêwîst in ji temamkirina mejî û reh û damaran re, ji wan nesaxlemiyan re sedemên sereke ne.
Doktorek dibêje, tunebûna alavên têderxistina nesaxlemiya zarokê dema di Zikê Dayikê de li piraniya Navendên Bijîşkiyê li Gundewarê Şamê nîn in û pir giringe ku hebin.
Doktor Ebû Bekir li Nexweşxanake Gorepanî kar dike got, ku wî ji dayikbûna Zarokekî nesaxlem dîtiye ji ber ku Diya wî sala 2013an tûşî çekê kîmawî bûye, zarokek bi lingekî tenê û bê organên zayindê ku bi şêweyê Mîravê bû .
Doktorekî bi navê Şerîf ew jî li Nexweşxanake Gorepanî kar dike got,27 zarokên nedurist ji destpêka sala çûyî ve û heta nuha çê bûne, bêtir ji nîvê wan mirine.
Ew nesaxlemî li gora Doktor dibêje hin mejiyê wan pirav bûye, ew jî nexweşiyeke ku ava mêjî di bêrîk û kuncikên serî de pir dibe , û şêwandinin reh û damarên mêjî an jî şêwandinên lûleya xwarnê an jî şêwandinên endamên ji derve û ber çav. Jêder: Elcezîrê+Hevbendî