Komeleya Rewșen Bedirxan duh 7ȇ Avdarȇ li Efrȋnȇ ahengek bo Roja Jinê a Cȋhanȋ lidar xist.
Kifayet Miske seroka Komeleya Rewșen Bedirxan di gotina xwe de rola jinȇ di civakȇ de ȗ alȋkariya wȇ bi mȇran re di hemȗ warȇn jiyanȇ de diyar kir. Miske destnȋșan kir ku jinȇ rolek berbiçav di berxwedana Kobanȇ de dijȋ rȇxistina Daișȇ de lȋst, herweha li ser yekrȇziya Kurdan ȗ cȋbicȋkirina peymana Dihokȇ tekez kir.
” Hȋvan” Endama Encumena Xwecihȋ ya Encumena Niștimanȋ ya Kurd li Efrȋnȇ destnȋșan kir ku divȇ jin bȇtir kar bike ta ku bigihȇje mafȇ xwe.
Hȇja ye gotinȇ ku gelek aheng li bajarȇ Efrȋnȇ ȗ gundȇn wî ji hȇla partiyȇn siyasȋ ȗ komelȇn din yên jinȇ bi helkefta Roja Cȋhanȋ a Jinȇ lidar ketin .
Jêder: Hevbendî