Komîta Hecê ya bala ragihand ko derbaskirina kaxezên pasportên kesên xwe ji bo hecê pêşkêş kirine yên ko ji Şama paytexta hatine, bo qunsilxaneya Siû’diyê li Libnanê heta roja çarşembê 2 tebaxa dahatî dirêj kirine.
Komîtê diyar kir ko dirêjkirina demê ji bo saxlemiya hecxwazan e û ji sedema ko hin astengiyên birêveberî yên ko hatin pêşiya wan dema ji sînorê Sûrî bi bal Libnanê ve derketin, her weha daxwaz ji kesên xwe pêşkêş kirine hat kirin ko li serokên komên xwe vegerin tako navnivîsîna xwe berî derbasbûna dema wê tekez bikin.
Komîta Hecê di daxuyaniya xwe de li ser “Facebook” got: “Hec ibadet e û nabe ko çi alî wê ji hêla siyasî ve bikar bîne, got ko wê çar salan ji bo xizmeta hecaciyên Sûrî kar kiriye, alî û ramanên wan çi bin bila bibin” û dibîne “amanca wê xizmeta Sûriyan ya bê merc û bend e”.
Komîtê tekez kir ko dê mijara darayî ya ew kesên xwe vekêşandine ji 15 tebaxa dahatî ve dirist bike. Destnîşan kir ko dê dergehê navnivîsînê bi şêweyekî mercdar veke li gora hejmara yên xwevekişandine, ji bo ew Sûriyên ko dixwazin sefera hecê bikin di rêya firokxana Beyrûtê re ji kesên zayîna wan berî 1980î piştî derbaskirina astengiyên ko hemberî wan dibin, ji 7 tebaxa dahatî heta 31ê heman heyvê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî