Çalkvanên bajarê Efrînê tekez dikin ku duh roja yekşemê 16-12- 2018 di encama teqîna otombîleke bombekirî de li bajarê Efrînê, 8 sivîlan jiyana xew ji destdan û bi dehan jî birîndar bûn.
Çalakvan Mihmed Hesen ji malpera me re ragihand ku “Di encama teqîna otombîleke(van) a bombekirî de li sûka sebze li bajarê Efrînê, 8 sivîlan jiyana xwe jî destdan û bêtir 25ên din birîndarbûn”.
Hesen diyar kir ku di dema çûn û hatina zêde de li bazarê ew otombîl teqiya û diyar bû ku armanca wan kuştina xelkên sivîl bû.
Her wiha Hesen da zanîn ku çalkvanê Efrînê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê tawanbar dikin.
Tê zanîn ku Rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da ku welatî venegerin li ser mal û milkên xwe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî