“Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê” di raporek xwe de dibêje ku hêzên ewlekariyê yên bi ser rêjêma Esed ve, hejmarek ji penaberên Filestînî binçav kirine , piştî vegera wan ya ji ber xwe ve bo Sûriyê.
Û Girûpê got ku dema penaberên Filestînî ji Oropayê di riya Îranê re vegeriyan Şamê, hêzên ewlekariya rêjîmê nameyin bîranînê dane wan ji bo di demeke destnîşankirî de riya xwe bi “ Firih Filestîn” li şamê bixin.
Û heman Girûpê got ku dema wan kesan riya xwe bi “ Firih Filestîn” xistine hatine binçavkirin, û ti agahî derbarê çarenûsa wan an tuhmetên wan tune ne, û Girûpa Kar bal kişand ser ku wan kesan beşdarî di ti karên leşkerî de li Sûriyê nekirine.
Û “Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê” di dumahiya heyva bûrî de raporek derxistine, tê de binpêkirinên li dijî wan ji destpêka şoreşê de di adara 2011 de ji hêla beşar Esed ve pêk hatine belge kirine.
Û Girûpê di rapoa xwe de gotiye ku ne kêmtir ji 3903 kesên Filestînî bi sedema operasyonên ku balafirên rêjîmê û Rûsiya pêk anîne şehîd ketine, û her weha ji ber dorpêçkirin û pevçûn û işkenceyê û fetisîna di avan de dema hewla bazdanê dikin.
Û raporê amaje kir ku ne kêmtir ji 1717 girtiyên filestînî di zindanên rêjîma Esed de hene, û hîn jî çarenîsa wan ne diyar e ji encama bêserûşûnkirinê, û got ku 560 girtiyên Felestînî di bin eşkenceyê de di zindanên Esed de jiyana xwe jidest dane.
Û vekolînan di Girûpa Kar de dibêje ku 150 penaberên Filestînî ji nav 650 hezarî ber bi dervî Sûriyê de penaber bûne, û bêhtir ji 60% ji wan bi kêmanî carekê di hundurê Sûriyê de derbeder bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî