Şorşgeran doh li bajarê Zebedanê, êrîşek birin ser hêzên rijêma Esed û nandozên Hizb Ellah a terorist li çiyayê rojhilat, di encamê de 29 kes hatin kuştin, û şoreşgeran dest danîn ser rêbenda Kerm El’elalî , û 18 kes ji milîsên Hizb Ellah ya terorist û 11 ji şebîhên rijêma Esed hatin kuştin.
Her weha tîpên “Ceyş Elislam”û Feyleq Elrehman û Yekîtiya Ecnad Elşam , îroj Înê, karîbûn dest deynin ser girê Ras-El’eyn li Gundewarê Şamê , û girê Elkurdî yê nêzîkî zindana Edra ya jinan , piştî şer û pevçûnan bi hêzên Esed re , û di encamê de bi dehan hatin kuştin û hejmarek ji maşînên leşkerî hatin ruxandin.
Û li dora bajarê Heresta jî şerin gur hene , û hêzên rijêmê bi koman ji wê deverê vedikişin.
Jêder : Hevbendî