Dîlekî hêzên Esed yên li Wadî Eldeyf ketibû dest, kuştina 400 serbazên Esed da zanîn, ji 800 serbazên di şerê kontrolkirina Wadî Eldeyf û ordîgeha Elhemidiyê de, û dîlek mukur hat ku efserên herdu serbazgehan serbaz dixapandin, ku tabûrên şoreşê serbazên ji hêzên Esed vediqetin serjêdikin, û ji aliyê xwe wan dîlên di dest şoreşgeran de nameyek ji hevalên xwe re yên hêjî di baregehên hêzên Esed de ne şandin, û di nameyê de daxwa jêveqetan û bazdanê ji hevalên xwe kirin, da ku çarenivîsa wan newek yên serbazgeha Eldeyf û Elhamidiyê be. û serkirdeyekî tabûrên şoreşê yê beşdar di şer de hejmara dîlkiriyan binêzîkî 200 dîlî û hejmara kuştiyan bisedan da zanîn, û li ser çarenivîsa dîl û girtiyan wan tekez kirin, ku ew ê wan veguhezin bo dadgehên rewakar da biryara çarenûsa wan bibire . Hêjaye gotinê ku berî çend rojan tabûrên şoreşê kontrola xwe ya tevayî li ser Wadî Eldeyf û 14 rêbendên hêzên Esed ragihand, û paşî konrola xwe li komelgeha Elhamidiyê û komelgeha Elnasih li nêzîk bajarokê Bisîdê, û ostrada Me’eret Elnu´iman sepand, û serbazên Esed bi cil û bergên sivîl ji navçeyê reviyan, piştî avêtina bergên xwe yên leşkerî, herwiha tabûrên şoreşê destê xwe danîn li ser tevaya cebilxaneyên hêzên Esed li wan mulgeh û rêbendên leşkerî û di nav wan de çekên giran ji tank û top û maşînên mertalkirî bi dest xistin, hêjayî gotinê ye ku tabûrên şoreşê di mawên du salên bûrî de gelek hewl dan bo kontrolkirina van baregehên leşkerî yên giring. û bi vê çendê Mihemed Qedah cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî got “îro şoreşvanên me berhemê serkeftinê bidest anîn ku li ser şopa wê gelek mêrên rasteqîn şehîd bûn, bi kontrola xwe serkeftinek bidest anîn ku ji zû ve çavê me lêbû, û îro bi vê serkeftinê gelek navçeyên Idlibê ji pêt û agirên mirinê yên topxaneyên Esed tavêtin li ser Wadî Eldeyf û Hamidiyê ruha bûn, herwiha rêjîma Esed bihêztirîn pêgeha xwe ya leşkerî di navçeyê de jidest da”. û got:” giringiye kontrolkirina Wadî Eldeyf di birîna hêl û riyên pêgihandina hêzên Esed li gundewarê Idlib û Helebê ye, tevlî qewtandina hêzên Esed ji gundewarê Idlibê”.
Jêder:Hevbendî+Ajansa Enadol