Çalakvanin xwicihî hişyaeî derbarê neduristbûna sozên rijêma Esed û hevalbendên wê dan, û tekez kirin ku hejmarek ji kesên ku bawerî bi sozên rijêma Esed û hevalbendên wê anîne û xwe radestî amûrên ewlekariyê yên rijêmê kirine, rijêmê ew avêtin zindan û girtîgehan.
Û çalakvanan gotin ku ciwanê bi navê Elî Yosif Elmibsbis ji xelkê bajarê Tefes ê yê gundewarê Deraa ya rojava ye, di zîndana Sêdnaya ya leşkerî de piştî pênc salan ji girtinê şehîd bû.
Û Kombûna Azadîxwazên Horanê anî ziman ku Elî Yosif Elmibsbis yê ku di zîndana Sêdnaya de canê xwe ji dest daye, ji rijêma Esed cuda bibû, û xwediyên Mibesbes kazexên wî yên taybet bi mirinê ji hêzên ewlekariyê wergirtibûn, tevî ku her demekê serdanaî wî di zindanê de dikirin.
Û Kombûna Horanê got ku xizmên Elmibesbes di dema dawiyê de gava serdana wî li zindana Sêdnaya ya leşkerî dikirin, rêvebiriya zîndanê bi wan re digot ku ew di nexweşxaneya leşkerî de ye lewra çênabe ku serdana wî bikin.
Û çalakvanan bal kişandin ser pêwîstiya ku bi rijêmê û sozên wê yên derewîn bawer nebin, sozên ku berê hêzên rijêmê û garantiyê Rusî bo rêkeftina çarekirinê pêşkêş kirine, ji ber ku bi dehan ji kesên ku ji parêzgeha Deraayê ji rijêmê cuda bûne, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dan piştî ku xwe radest kirin.
Tê zanîn ku di şeşê vê heyva tebaxê de ciwanê bi navê Ferec Fuad Elcamûs ji xelkê bajarê Da’il e li zîndana Sêdnaya ya leşkerî di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da, piştî girtina ku derdora pênc salan dirêj kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî