Piştî çareserkirina nakokiyên di navbera herdû aliyên lêvegerê de ,îro 5/2/2015 Lêvegera Siyasî Ya Kurd yekmîn civata xwe ya fermî li hola Rewabî li bajarê Qamişlo lidar xist, bi amadebûna tevahiya nûneran ji bilî birêz Nesredîn Brahîm bê ku sdem diyar bibin.
Di civatê de biryara pêkanîna 3 komîteyan hat dan :
1-Komîteya daraştina sîstemeke bingehîn ji lêvegerê re .
2-Komîteya hûrbînkirina Lihrvkirina Civakî ya Rêvebiriya Xweser û serastkirina xalên pêwîstiya wan birastkirinê heye.
3-Komîteya Bergirî û Parastinê.
Û hat lihevkirin ku endamên hersê komîtan wê di civata 12/2/2015 de ji kesên taybetmend bên destnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye ku Lêvegera Siyasî Ya Kurd yek ji xalên bingehîn yên rêkeftina Duhokê ye.
Ev Lêvegera Siyasî ji 36 endaman pêk tê, nêvî ji Encumana Niştimanî Ya Kurd in, û nîvê din ji Tevgera Civaka Demoqrat in, piştî tevlîbûna 6 endamên nû ji encanma nakokoya derketibû piştî dûrkirina 3 partiyên ENKS ji ber pabendî bi biryarên Encumana xwe nekirin û dengên xwe nedan berendamên ENKS.
Jêder: Hevbendî