Xwecihiya Dirbêsiyê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS salvegera Heftemîn a pakrewanbûna çalakvan Ciwan Gutna roja Duşemê 25-3-2019 li ser gora wî li gundê Til Kidîşê vejand.
Malbata pakrewan li gel endamên xwecihiyê û şandekê ji Emaîndariya giştî ya ENKS demjimêr 11 nîvro li ser gora pakrewan amade bûn û gurzek gul li ber kêla wî danîn.
Gotina Emîndariya ENKS ji hêla Silêman Oso ve hate xwendin, têde li ser pirensîbên pakrewaniyê axivî û rol û bandora ciwanan di şoreşê û berdewamiya wê de anî ziman.
Idrîs Elşêx gotina xwecihiya Dirbêsiyê xwend, têde li ser xebata Ciwan axivî û hûrgilyên bûyera pakrewanbûna wî şirove kirin .
Tê zanîn ku çalakvan Ciwan Gutna yek ji endamên hevrêza Ehrar Eldirbêsiyê bû, û di roja 25-3-2012 ji hêla girûpeke nenas ve hate revandin û kuştin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê