Çar topên hawin li bajarê Hesekê ketin di roja yekşemê 10-8-2014.
Di encamê de zarokek temenê wî sal û nîvek birîndar bû û hate veguestin bo naxweşxaneyê li bajarê Qamişlo û rewşa wî aloze, ew zarok kurê Sebrî Ibrahîm e yê ku top li mala wî ketiye li taxa Tilhecer demjimêr 1ê nîvro, û ziyanên mezin li xaniyê wî bûn, û ew û zarokên xwe birîndarin , du topên din li holeke vala li nêzî kargeha Sînalko ketin, û ya dîtir li sr taxa Miftî hate xwar bi ser maleke vala de.
Hêjaye gotinê ye ku ev top ji aliyê taxa Xiwêran derketibûn û ev ne cara yekemîne ku topên hawin bi ser van taxan de têne xwar.
Jêder: Hevbendî