Li ser banga Encumana Xwecih ya taxa xerbî li qamişlo xwepêşandanek li dar ket dijî êrîşên Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser devera Şingal û Kobanê.
Roja çarşemê 13-8-2014 demjimêr 6ê êvarê bi sedan xwepêşander li kolana Munîr Hebîb kom bûn, û siloganên li dijî Daiş hildan li ser êrîşên wê li ser devera Şingalê û dorpêçkirina bajarê Kobanê.
Ibrahîm Biro sekreterê partiya Yekîtî ya kurd li Sûryê, gotinek di despêka xwepêşandanê de da û têde êrîşên komên Daiş li ser deverên kurdî şermezar kirin, û bang li civaka navdewletî kir ku piştgir be ji kurdan re li dijî tîrorê, her weha Biro tekezî li ser yekrêziya kurdan di vê dema hestiyar de kir û doza avakirna artêşk hevbeş li herêma kurdî ji sûryê kir da hemî aliyên kurd bervaniyê di ber xaka xwe de bikin.
Piştî gotina Biro xwepêşandan bi rêve çû, lê asayişên PYD rê li ber wan girtin û nehiştin ku meşa xwe berdewam bikin û doza ruxseta xwepêşandanê li wan kirin, Asayişên PYD her weha sê endamên Encumana Xwecih ya taxa xerbî binçav kirin ( Wejdî Derwîş û Iyad Ebdulkerîm- Ebdulxefûr Ismaîl) û piştî demeke kurt ew serbest berdan .
Tê zanîn ev demeke dirêj e xwepêşandan li bajarê Qamişlo qedexe ne ji ber astengiyên ewlekariyê ji hêla PYD ve.
jêder: Hevbendî