Asta karvedanên nerazîbûnê dijî kiryarên rêjîma Esed û dezgehên wê yên ewlekarî li bajarê Der`ayê, dok sêşembê, ji nivîsandina li ser dîwaran derbasî qonaxa berxwedana sivîl bû, bi redkirina operasyonên tevlîbûna nav leşkerkirina neçarî di nav hêzên rêjîmê de.
Û hin çalakvanên xwecihî gotin ku kesên ji leşkeriya rêjîmê cuda bûne û xortên leşkeriya neçar red dkin, bi karwanekî ji 15 otombêlan pêk dihat, li taxa el-Beled ya bajarê Der`ayê geriyan, û gule ber bi ezmanan de berdan, wek nameyekê ji hêzên rêjîmê û dezgehên wê yên ewlekariyê re ku ew tevlîbûna di nav hêzên wî de red dikin.
Û hin çalakvanan diyar kirin ku ev berxwedana xelkên Der`ayê, ji encama nepabendiya rêjîmê bi sozên xwe ye, ku gotibû ewê leşkeriya serbazên cudabûyî bidawî bîne, û “serrastkirina” rewşa wan ji bo şeş heyvên dîtir dûr bixe.
Û di heman mijarê de, “Ewlekariya Leşkerî” ya bi ser rêjîma Esed de, sertaserî rojên duşembê û sêşembê, 17 kes li nêzî bajarê Der`ayê girtine.
Û ji alyê xwe de, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku kiryarên binpêkirinê yên rêjîm li Der`ayê dike, sedemeke hêjaye ku gel li dijî wê raperînê bike, û got ku ew gelê bayê azadiyê dîtiye, pir pê giran e careke din serî ji desthilateke stemkar re bitewîne, wek ku hêzên rêjîmê dixwazin desthilata xwe li ser parêzgehê bisepînin.
Û Parêzgeha Der`ayê rastî helmeteke girtina berdewam ji hêla rêjîmê ve li dijî sivîlan tê, bi tuhmetên siyasî û leşkerî yên corbecor, her weha çêbûna operesyonên kuştinê û teqîna bombeyên ku jêdera wan ne diyar e, û bûne sedema kuştin û birîndarbûna berpirsên leşkeî yên hêzên rêjîmê.
Û tê zanîn ku di dema bûrî de hin nivîsên nû li ser dîwaran li parêzgehê hatibûn nivîsandin, tê de gef li mana rêjîmê li parêzgehê xwarin, û tevgera şoreşgerî li Der`ayê ji heyva bûrî de geş bûye, tevlî fişarên tund ên ewlekariya rêjîmê yên ku rêjîma Esed sepandine.
Û parçevîdyoke ku çalakvanan li ser malperên civakî belav kiribû, hildana alaya şoreşa Sûryê li ser yek ji mizgeftên bajarê “el-Kerk el-Şerqî” li gundewarê Der`ayê diyar kiribû, wek gavekê ku gefan li mana rêjîmê li wan deveran dixwe, ji encama ketina wan di bin kontrola wî de ji berî çend hevan ve piştî helmeteke leşkerî ya tund.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî