Bernameya fêrkirinê di Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê de û bi alîkariya wezareta fêrkirinê di Hikûmeta Demkî de 220 hezar pehr ji cilan û 237500 çente û defter di pirojeyê ” Ta Ez Fêr Bibim” de li ser xwendevanên dibistanan li Sûriyayê belav dike.
Ev piroje li gor berpirsê Bernameya Fêrkirinê di Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê de piştî pirojeyeke dî ji yekîneyê re ew jî yê “Dibistana Min” bû ku piştgiriya operasyona fêrkirinê di Sûriyayê de dikir destpê kiriye.
Wê ev alîkarî di riya rêvebiriyên perwerdeyê yên bi wezareta perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve girêdayî ye bên wergirtin û beavkirin. Li gor Nûridîn Mehamîd berpirsê şopandina karê rêvebiriyên perwerdeyê li Sûriyayê bername ta niha çar parêzgehên Sûrî nixumandiye ew jî: Hema, Heleb, Idlib, û Laziqiyê ye. Mehamîd diyar kir ku niha xebatin xurt bo piroje bigihê parêzgehin dî bikar tên, lê ev tişt bi dijwariya hebûna riyên aram (ji hêla ewlekariyê ve) bo derbasbûna van alîkariya, hindek ji wan gihane, komîta Helebê ew wergirtin, û yên mayî li dûv hev werin gihandin.
Ji bo rastiya vê helmetê were çesipandin wê aliyê sisiyan bo kontrolkirinê hebe ta ku raporeke bêlayen li ser bide.
Mehamîd li ser giringiya vê bernameyê bo xwendevanan tekez kir, ji ber li ber deriyê sala xwendinê ya ku bi werzê Zivistanê re tê, û ev ye jî barê diravî yê xelkên xwendevanan girantir dike , û hinekan ji wan ji derfeta fêrkirinê bêpar dike ” .
Jêder: Hikûmeta Sûrî ya Demkî.