Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan kuştina 1382 welatiyên sivîl li Sûriyê di meha Çilê Paşî yê îsal de belgeh kir, ku li ser destê rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên mezhebî hatin kuştin, û destnîşan kir ku 679 kes di encama êrîşên Rûsya dagîrker şehîd ketine.
Toreyê di rapora xwe ya ku Doh hatibû belavkirin diyar kir, ku di encama êrîşên Rûsya dagîrker 94 zarok û 73 jinan jiyana xwe jidest dane, û da zanîn ku pişka herî mezin ji vê hejmarê li bajarê Dêra Zorê bû, piştre parêzgeha Helebê, Idlibê, Reqa û Hesekê.
Herwiha Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikaberiya Sûriyê berya niha di daxuyaniyekê de, diyar kir ku terora Rûsya ber bi asta tawankariya Esed ve diçe ji aliyê êrîşkirina eşkere li ser sivîlan, herwiha kuştina wan ji ber ku ew nîşanên hêsan in û tevgera wan bigiranî ye, ev yek tê di bizava pêkanîna çi coreyeke destkeftan li ser zemînê, ku ji destpêka êrîşên Rûsya dagîrker li kêleka rêjîma Esed tenê armanc ew bû wêrankirina gundên aram û kuştina welatiyên sivîl.
Hevbendiyê tekezî li ser binpêkirina Rûsya û rêjîma Esed ji biryara 2254an re kir, ku naveroka wê biryarê rawestandina bilez ji çi êrîşên li dijî sivîlan re ye, di heman demê de bêdengiya Civaka Navdewletî berdewam e, dîsa ev yek xizmeta armancên rêjîma Esed di têkbirina çareseriya siyasî de dike.
Hevbediyê dakokî li ser wê yekê kir ku erzankirina xwîna welatiyên Sûriyê şermiyek mirovahî ya mezin ji Civaka Navdewletî re ye, ya ku herdem banga rêzgirtina azadî û mafên mirovan dike, herwiha bêdeng dimîne derbarê tawaneke bi vî qabarî, û destnîşan kir ku ev yek piştevaniyeke eşkere ye ji tawankariyê re, û hevpişkiyeke di astenkirina çareseriya siyasî û têkbirina operasyona guftûgoyan de berya destpêkirina wê.
Jêder:Hevbendî