Lîwayê Şuheda Elislam li Dareyya doh sêşembê hişyarî da eger hêzên Esed peymanê binpê bikin ewê bi tundî li wan vegerînin.
Serpereştê leşkerî di lîwa de “Ebû Ehmed” got ku alayên leşkerî li bajarê Dareya li Gundewarê Şamê aliyên navdewletî bi pabendiya xwe bi agirbestê agehdar kirine, tev ko piştî pênc xulekan ji peymanê rêjîmê agirbest binpê kiribû. Û diyar kir ko piştî binpêkirinê ew bi pabendûnê hatiye mecbûrkirin.
Bajarê Dareya û Xûta Şamê ya Rojhilat, ji doh berbangê de û heta 72 demjimêran, dê di aramiyê de be. Her wiha Sûriyê ji 27 sibata derbasbûyî ve ketiya peymana Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî anko rawestandina bombebaranê û amanckirina sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî û gihandina alîkariyan bo kesên dorpêçkirî û berddana girtiyan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, duşema çûyî, daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ji bo Operasiuyona siyasî biparêzin û peymana Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî rizgar bikin, û gerek rola Yekîtiya Ewropî li Sûriyê ya giring û bingehîn be.
Û destnîşan kir ko berjewendiya miletê Sûrî di aramiyê de heye, dako rijandina xwînê raweste û derdê milet sivik bibe. Û diyar kir ko bendên peymanê maf didin ko li jêderên agir ji wan dertê vegerînin an berevaniya xwe bikin û ev pareke ji aramiyê ye, û ne derketine ji peymanê.
Piştî 87 rojan ji derketina peymanê 3279 kes şehîd ketine ji wan 415 zarok û 282 Jin ji 27 sibata derbasbûyî bi encama bombebarana Rêjîma Esed û dijminkariya Rûsya ya ko bajar û bajarokên Sûriyê amanc kirine, her wiha hêzên Rêjîmê 55 kuştar pêk anîne û yekser sivîl amanc kirine.
Li gora serjimara ko Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, hejmara binpêkirinan bêtirî 3000an e, û ji nav wan bêtir ji 250 bombebaranan firokên Dijminkariya Rûsî ne.
Jêder: Simart